All NewsTop

Ermenîstana bi nifûsa hindik çawa karîbû bandorekê bike? Parlamenterê Azerbaycanê

Parlamenterê Azerbaycanê Fazîl Mistefa li Meclîsa Mîllî amaje bi wê yekê kir ku çawa Meclisa Netewî ya Fransayê bi yekdengî biryara sepandina cezayên li ser Azerbeycanê qebûl kir. Medyaya Azerbaycanê radigihîne ku di vê derbarê de gazinde ji dezgehên dîplomatîk ên Azerbaycanê li welatên Ewropayê kiriye.

“Di rûniştina dawî de me helwesta xwe ya li hember biryara hovane ya 256 parlementeran nîşan da. Lê me ji bîr kir ku em behsa bêçalaktiya xwe bikin. Bêçalaktiya me çi ye? Em behsa Fransa, Belçîka, Almanya û welatên din dikin. Çawa dibe ku tiştekî wisa çêbibe, ku bi yekdengî biryarek were girtin, kes piştgirîya Azerbaycanê neke? Li wir 30 sal in hêzên me yên dîplomatîk xebatên xwe dimeşînin. Ma wan balyozan 5-6 nas û dostên wan tunebûn?

Gelo Ermenîstana bi nifûsa hindik ve karîbû xwedî bandor be? Ew nebawer e. Pirsgirêka me ew e ku em nikarin kêşeyên girêdayî xwe çareser bikin. Pir caran postên bilind ji aliyê kesên bêkêmasî ve têne girtin. Divê hêza me ya dîplomatîk hebe ku bi kesên şareza yên wan welatan re ku dikarin bandorê li raya giştî bikin re têkilî daynin – Parlamenterê Azerbaycanê gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button