PoliticsTop

Gelê Artsaxê paşeroja xwe weke beşekî Azerbaycanê nabîne û di vê derbarê de helwesta xwe ya zelal eşkere kiriye: Ruben Vardanyan

Gelê Artsaxê paşeroja xwe weke beşekî Azerbaycanê nabîne û di vê derbarê de helwesta xwe ya zelal eşkere kiriye. Li ser rûpela xwe ya Facebookê Wezîrê Dewletê yê Komara Artsaxê Ruben Vardanyan nivîsî.

“Divê Azerbaycan jî fêm bike û bipejirîne ku rêya pêkanîna aştiyê ew e ku li heman herêmê li kêleka hev bijîn, lê ne bi hev re. Di hevpeyvînekê de bi kanala televîzyona giştî ya Alman , ZDF re derfeta min çêbû ku ez vê yekê careke din bêjim.

Kanala televîzyonê bi raporeke berfireh, bi taybetî êrîşa Azerbaycanê ya 13ê Îlonê û encamên wê, dîmenên mîtînga bi hezaran kesî ya ku di meha Çiriya Paşinê de li Meydana Vejînê ya Stepanakertê hatibû derbaskirin, weşand.

Bala medyaya cîhanê ya li ser kêşeya Azerbaycan-Qerabaxê ye
u ew girînge,” di nivîsarê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button