SocietyTop

250 beşdar, 30 axaftvanên navdar ên navneteweyî: Foruma Global a “Li Dijî Sûcê Qirkirinê” wê li Êrîvanê bê derbaskirin

Divê li dijî sûcê qirkirinê bi koordînekirina hewldanên navneteweyî, pêşî bê girtin. Di 12-13ê Kanûna Pêşiynê ya 2022an de li Êrîvanê di bin navê “Di Serdema Teknolojiyên Nû de Pêşîlêgirtina Qirkirinê” Foruma Cîhanî 4 êmîn ya “Li Dijî Sûcê Qirkirinê” tê derbaskirin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Komara Ermenîstanê, Vahê Gêvorgyan di gotûbêja “Armenpress”ê re, dîyar kir ku wê gelek kesên bi prestîj ku di vî warî de xwedî deng in, beşdarî foruma cîhanî bibin. Nêzîkî 250 beşdar, 30 axaftvanên navdar ên navneteweyî wê hebin: zanyar, rayedarên payebilind, nûnerên pargîdaniyên teknolojiyê.

Em ji dîrokê ve baş dizanin ku rûxandina sîstema ewlekariya navdewletî hertim dibe sedema sûcên li dijî mirovahiyê û hovîtiyên din ên girseyî. Di vê çarçoveyê de derbaskirina konferansekê û vexwendina derdorên siyasî û pispor ên, ku tev li pêşîlêgirtina qirkirinê dixebitin, serê xwe girîng e:” got cîgirê wezîr.

Li gorî cîgirê wezîr, ji aliyê tematîk ve, rojeva foruma îsal li ser mijara teknolojiyên nûye, çawa teknolojiyên nû beşdarî qirkirinê dibin û çawa dikarin ji bo pêşîlêgirtina wan bibin alîkar.

Li gorî wî, ku pêşîlêgirtina jenosîdan yek ji pêşanînên siyaseta derve ya Komara Ermenîstanê ye, ne tesaduf e. Ne tenê ji aliyê dîrokê ve, ji aliyê îroyîn ve, rastiyên herêmê yên ku em tê de dijîn jî diyar dike.

Cîgirê wezîr tekez kir, ku wê bi awayekî cuda behsa parastina mîrata çandî û olî were kirin, ku ev yek jî li herêma me gelekî girîng e.Wê hewl bidin , ku analîz bikin, ka teknolojiyên nû, çawa dikarin beşdarî parastina vê mîrasê bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button