PoliticsTop

Wezîrê Azerbaycanê soz da ku ferq û cudahiyê li Ermenîyan neke

Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re li Moskowayê di civîneke çapemeniyê ya hevpar de soz da ku “Azerbaycan heman mafan wê bide Ermenîyên li Qerebaxê dijîn, çi dide welatiyên din.”

Daxuyaniya ku di nihêrîna pêşîn de aştîxwaz e, di rastiyê de helwest û siyaseta nefreta rayedarên Azerbaycanê li hember Ermenîyan nîşan dide. Mafên wekhev bi xwe diyar in, ne qenciyek mezin in. Lê belê ev rastiya ku desthilatdarên Azerbaycanê behsa mafên wekheviyê dikin weke xêra herî mezin, helwesta wan rastî nîşan dide.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button