PoliticsTop

Sekreterê Giştî yê RPEK bal kişand ser pêwîstiya îmzekirina belgeya tevdîrên alîkariyê yên ji bo Ermenîstanê

Sekreterê Giştî yê RPEK Stanislav Zas di civîna Meclîsa Parlamenteran a rêxistinê de, ku roja Duşemê li Moskowayê pêk hat, got, divê pêşnûmeya biryara Konseya RPEK ya derbarê tedbîrên ji bo dayîna alîkariyê ji Ermenîstanê re were îmzekirin, ev yek ji bo komarê bixwe girîng e.

“Bi talîmata serokên dewletan, di bin serokatiya sekreterê giştî yê teşkîlata me û serfermandarê operasyonê de şandeyeke çavdêriyê şandin Ermenistanê. Di encama van xebatan de, pêşnûmeya biryara Konseya Ewlekariya Kolektîf ya li ser tevdîrên hevpar ên ji bo alîkariya Komara Ermenîstanê hat amadekirin, ku di civîna 23ê Çiriya Paşîn de li Konseyê hat nîqaşkirin:” wî got û da zanîn, ku ji ber helwestên cuda yên welatên RPEK ev proje nehat qebûlkirin.

“Ez hêvî dikim ku piştî hin verastkirinan em ê vê pêşnûmeya biryarê îmze bikin û van tedbîran bigirin. Ez bawer im ku ew ji bo Ermenîstanê jî pêwîst e.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button