PoliticsTop

Azerbeycanê pêşnûmeya peymana aştiyê pêşkêşî Ermenîstanê kir û li benda gera sêyamîn a danûstandinan e

Azerbaycanê pêşnûmeya peymana aştiyê amade kiriye û pêşkêşî Ermenîstanê kiriye. Li gorî rapora TASS`ê, wezîrê karên derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov ragihand.

Ew her weha mimkun dibîne ku gera sêyamîn a danûstandinan bi Ermenîstanê re berî dawiya sala 2022-an were kirin.

Ajansa “Novosti- Armenia” ji bo şîroveyê serî li Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê da.

Li ser pêşniyarên Êrîvanê û Bakûyê û amadekirina danûstandinên aştiyê

Di bihara îsal de, navbeynkaran pêşniyarên Azerbaycanê li ser pênc prensîbên sereke yên danîna peywendiyên di navbera her du welatan de pêşkêşî Ermenîstanê kirin.

Di nav wan de, bi taybetî heye: hevdu naskirina serweriya dewletan, yekparçeyiya axê, dualî pejirandina nebûna îddîayên erdî yên dewletan li hember hev, û mecburiyeta ku di pêşerojê de îdiayên weha ranegihînin, nehiştina tehdîdkirina ewlehiya hev di têkiliyên navneteweyî de, xêzkirina sînorên dewletê û danîna peywendiyên dîplomatîk, vekirina girêdanên veguhestinê û danîna peywendiyên din ên têkildar.

Li hember wê yekê, aliyê Ermenistanê 6 xalên xwe yên ji bo birêkûpêkkirina peywendiyên ligel Azerbaycanê belav kirin. Yek ji wan jî ev e ku “ji bo aliyê Ermenî mijarên garantîkirina ewlekariya Ermenîyên Qerebaxê û herwiha diyarkirina statuya dawî ya Qerebaxê bingehîn in.” Xalên aliyê ermenî behsa mijarên wekî daxwazên erdnîgariyê, garantiyên Ermenîyên Artsaxê, daxuyaniyên sê alî yên Rûsya, Ermenîstan û Azerbeycanê, danûstandinên li ser peymana aştiyê ya Ermenîstan-Azerbaycanê dikin.

Nêzîkatiya aliyên ermenî ew e ku ev her du paket (5+6) bibin yek û dest bi danûstandinên li ser peymana aştiyê bikin da ku çareseriyeke demdirêj ji kêşeya Qerebaxê re bê dîtin

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button