CultureTop

10’emîn Festîvala Navneteweyî ya bi navê Xaçatryan wê di 6’ê Kanûnê de dest pê bike

Di 6’ê Kanûna Pêşin saet 19:00’an de li salona konserê ya Aram Xaçatryan festîvala navneteweyî ya bi navê Xaçatryan dest pê dike. Îsal çalakiya jûbîlê ye û cara 10’emîn tê derbaskirin. Amadekarê festîvalê Orkestraya Senfonî ya Dewletê ya Ermenîstanê ye.

Di konsera vekirinê de wê çelimîst Sevak Avanesyan bi Orkestraya Sîmfonî ya Dewletê ya Ermenîstanê re derkeve ser dikê, konsêr wê ji aliyê konser Corc Pehlîvanyan ve were birêvebirin. Di bernameyê de berhemên Sergey Prokofyev, Mîxayîl Glînka, Alexander Borodîn wê bên nîşandan. Konser ji bo 90 saliya jidayikbûna çelimîsta Medea Abrahamyan tê derbaskirin.

Festîval wê heta 20ê Kanûna Pêşinê berdewam bike. Di vê heyamê de hezkiriyên muzîkê dê bi beşdariya solîstên navdar fersenda 4 konserên din jî bibînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button