PoliticsTop

Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê li hev kirin, ku di hefteyên pêş de civîneke din derbaskin: Ned Prays

Ned Prays, nûnerê fermî yê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê got, ku Dewletên Yekbûyî bi giranî di alîkariya Ermenîstan û Azerbeycanê de ji bo afirandina pêşerojek aştiyane li Kafkasya Başûr de beşdar bûye.

“Me di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de du hevdîtinên sê alî pêk anîn. Wezîrê Derve Blînken pê telefonê bi alîan re di nava têkiliyên telefonê de ye. Di civîna dawî de, wezîrên derve ji bo bilezkirina danûstandinan, derbaskirina civîneke din, di hefteyên bê de li hev kirin. Wan spasiya xwe ji aliyê Amerîkî re ji bo mazûvaniya civîna wezîran nîşan da. Em bê guman hêvî dikin ku diyalog û atmosfera avaker a di navbera her du welatan de berdewam be, ji ber ku em ê piştgiriya dîplomasiya ku dibe sedema aştiya mayînde û çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du welatan de, berdewam bikin:” got Ned Prays.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button