SocietyTop

Wê dayîna pasaportên biyometrîk ji bo welatiyên Komara Ermenîstanê heta 1ê Kanûna Paşin a 2024an were sekinandin

Li Ermenîstanê, heta 1ê Kanûna Paşin a 2024an, dayîna pasaportên biyometrîk ji bo hemwelatiyên Komara Ermenîstanê wê bi demkî were sekinandin, heya ku pasaportên biyometrîk ên ku bi teknolojiyên nifşê nû û şertên ewlehiyê hatine çêkirin, û gav bi gav pasaportên kevn jî pê pasaportên nû ve werin guhertin.

Pakêta pêşnûme qanûnên li ser guherandin û zêdekirina qanûna “Li ser Pasaporta Hemwelatiyê Ermenîstanê” û pêşnûme qanûnên pê re di rûniştina Lijneya Daîmî ya Karûbarên Parastin û Ewlekariya Meclisa Neteweyî de encamek erênî stand.

Alîkarê Midûrê Emniyeta Polîsan Ara Fîdanyan diyar kir ku bi projeyê ve dema dayîna pasaportan heta 31’ê Kanûna 2023’an hatiye dirêjkirin. Kartên nasnameyê têne plan kirin ku bêyî hilanîna elektronîkî bêne derxistin.

Bi vî awayî, di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin, ku ji 1ê Kanûna Paşîn a 2023an heta 1ê Kanûna Paşîn a 2024an, dayîna (guheztina) pasaportên ku bi vê qanûnê hatine diyarkirin wê were sekinandin. Û pasaportên ku heta 1ê Kanûna Paşîn a 2023an ji hemwelatiyên Komara Ermenîstanê re hatine dayîn derbasdar têne hesibandin. Qanûn dê di 30ê Kanûna Pêşîn a 2022an de bikeve meriyetê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button