CultureTop

Rojnameya bi prestîj “Figaro” hejmara xwe ya meha Kanûna Pêşinê diyarî dîroka gelê Ermenî kir: ji demên kevnar heta şerê 44 rojan

Rojnameya fransî ya bi prestîj “Figaro” hejmara meha Kanûna Pêşinê ya kovara xwe ya bi navê “Figaro – dîrok” diyarî dîroka gelê Ermenî kir. Li ser bergê kovarê wêneyê wênekêşê navdar ê fras-ermenî Antuan Agucyan e. Tevahiya hejmara kovarê bi sernavê “Ermenîstan. Miletekî di îmtîhana dîrokê de. Trajedî û hêvî.”

Kovar behsa rûpel û beşên curbecur ên dîroka Ermenîstanê dike, ji demên kevnar heta îro, dîroka pevçûnan, encamên şerê ku Azerbeycanê li Qerebaxa Çiyayî daye destpêkir.

Di kovarê de berhemên wênekêşên cuda yên demên cuda cih digirin û nivîskarên beşa nivîsê hem dîroknasên navdar ên Ermenî û hem jî biyanî ne. Wêneyên Antuan Agucyan ji bo rewşa ku piştî şerê 44 rojan li Artsaxê çêbûye, hat bikaranîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button