PoliticsTop

Mîrzoyan û Rîker li ser avakirina mekanîzmayeke navneteweyî ya ji bo gotûbêjan di navbera Stepanakert û Bakûyê de nêrînên xwe dan hev

Roja 3ê Kanûna Pêşinê Wezîrê Derve yê Komara Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan pêşwaziya hevserokê Koma Mînskê ya OSCE, Şêwirmendê Bilind ê Muzakereyên Kafkasyayê Phîllîp Rîker kir.

Alî geşedanên dawî yên girêdayî çareserkirina peywendiyên Ermenîstan û Azerbaycanê, pirsgirêka Qerebaxê gotûbêj kirin.

Ararat Mîrzoyan amaje bi wê yekê jî kir, ku bikaranîna hêz û gefên Azerbaycanê, provokasyonên berdewam û daxuyaniyên şerxwaz, astenga sereke ye li pêşiya pêkanîna aştiyê li heremêye.

Li ser dabînkirina maf û garantiyên ewlehiyê yên ermeniyên Qerebaxa Çiya û herwiha li ser çêkirina mekanîzmayeke navneteweyî ji bo gotûbêjan di navbera Stepanakert û Bakûyê de fikir hatin guheztin.

Ararat Mirzoyan û Philip Ricker li ser proseya xêzkirina sînorê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û herwiha li ser vekirina binesaziyên veguhestinê li herêmê nêrînên xwe danustandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button