SocietyTop

Îsal 15 hezar kesan hemwelatiya Komara Ermenîstanê standin

Alîkarê Midûrê Emniyeta Polîsa Komara Ermenîstanê Ara Fîdanyan da zanîn, ku di sala 2022’an de nêzî 15 hezar kesan hemwelatîbûna Komara Ermenîstanê standin.

Li gorî wî: “Sala borî ev nîşana nêzîkî 3,000 bû, îsal – 15,000.” Wî her wiha da zanîn, ku ev kes bi piranî Ermenî ne û pêvajoya dayîna hemwelatiya Komara Ermenîstanê bi tevahî li gorî pîvanên hatine destnîşan kirin.

Fîdanyan destnîşan kir, ku ji bo karê beşên pasaportan sivik bibe û xizmetguzariya welatiyan bi lez bê kirin, tedbîrên pêwîst tên girtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button