
“Gallup International Association” di nav welatiyên Ermenî de çend lêkolîn kirin.
Hevpeyvîn li 10 herêmên Ermenîstanê ,navendên herêmê, bajarên din, civatên gundî û li hemû civatên Erîvanê de hatin kirin.
Yek ji wan pirsan behsa hevalbendên Ermenîstanê yên leşkerî-siyasî dike, de ku Ermenîstan ji kê dikare alîkariyê bistîne.
Piraniya beşdaran Rûsya wek hevalbenda leşkerî-siyasî ya Ermenîstanê dihesibînin û piştî wê jî Amerîka, Îran, Fransa û Hindistan di rêzê de ne. Hêjayî gotinê ye ku Fransa ji rêza 1emîn daket 5emîn. Û li vir Hindistan di pênc yekem de xuya bû, ku dibe ku ji ber bûyerên dawîn e.