PoliticsTop

Namzetê balyozê Amerîkaê li Ermenîstanê soz da , ku belgekirina tawanên cengê yên leşkerên Azerbeycanê de, alîkarîyê bike

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkî Bob Menendez got ku balyozên Amerîkî li welatên din, nemaze yên li navçeyên nakok, divê li rastiyê bigerin da ku ew, wekî siyasetmedar, biryarê bidin ka wê bi wê rastiyê re çi bikin.

Menendez mijara îşkencekirin û kuştina girtiyên ermenî yên şer ji aliyê Azeriyan ve anî rojevê. Balyoza Amerîkayê berê ya li Ermenîstanê Lynn Tracy, ku niha namzetê balyozê Amerîkayê yê li Rûsyayê ye, wek bertek nîşan da.

Tracy diyar kir ku piştî temaşekirina vîdeoya pîskirina cenazeyê leşkera jin a Ermenî, bi Parêzvana Mafên Mirovan a Ermenîstanê Krîstînne Grîgoryan re têkilî danî. Ofîsa Parêzvanê Mafên Mirovan rastiya van vîdyoyan û yên din piştrast kir.

“Armanca me niha ew e ku em berpirsyaran bînin pêşberî dadrêsiyê… Me ev yek ji Wezareta Derve re ragihand: “Lynn Tracy got.

Bob Menendez tekez kir ku ti sedemek wî tune ku li ser vîdyoyên navborî înkar bike.

Di rûniştina dozê de Menendez ji namzeta Balyozê Amerîkayê li Ermenîstanê Chrîstîna Quîn re jî pirs da. Wî dîsa kuştin û îşkencekirina girtiyên ermenî yên ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve, û tawanên şer ên din bi bîr xist, û pirs kir ku gelo namzetê balyozxaneyê wê pêşengiya hewildanên balyozxaneyê bike ji bo belgekirina hovîtiyên gumanbar ên, ku li dijî Ermeniyan di dema êrişa vê dawiyê ya alyê Azerbeycanê ve hatine kirin.

“Min hin ji wan vîdyoyên ji Îlonê ve dîtine û ez ê her tiştê, ku ji destê min were bikim, ji bo belgekirina wan, heke ji hêla Ermenî ve were xwestin,” Quîn bersiv da.

Di bersivê de Menendez diyar kir ku ew naxwazin aliyê Ermenî serlêdanê bike, pêwîst e aliyê Amerîkayê di vê mijarê de çalakiyê nîşan bide.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button