EconomicsSocietyTop

Ji sedî 26,5% ê nifûsa Ermenîstanê feqîr e

Rêjeya feqîryê li Komara Ermenîstanê di sala 2021ê de 26,5 % bû. Rapora Komîteya Îstatîstîkê ya li ser feqîryê, ku di 30ê Çiriya Paşinê de hat weşandin, di derbarê vê yekê de agahî dide. Her çend asta feqîryê li gorî sala 2020’an 0,5 % kêm bûbe jî, asta feqîrya tund 2,1 qat zêde bûye, ew ji di sala 2020-ande bu 0,7%, îro 1,5% e.

Li gorî raporê, welatiyekî feqîr tê dîtin ku tevahiya xerckirina wî ya mehane di bin 48 145 dram de ye. Û yên ku xerckirina wan mehane di bin 26,500 dram de ye, pir feqîr têne hesibandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button