Di çarçoveya 29 emîna Foruma Wezîran a OSCE de, roja 1ê Kanûna Pêşinê, Wezîrê Derve yê Komara Ermenîstanê bi nûnerê bilind ê karûbarên derve û polîtîkayên ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re civiya.
Alî kêfxweşiya xwe ji pêşveçûna dînamîk a hevkariyên Ermenîstan û Yekîtiya Ewropayê nîşan dan, li ser berfirehkirina rojeva dualî nêrînên xwe dan hev.
Di hevdîtinê de mijarên îstiqrar û ewlekariya herêmê hat nirxandin.
Wezîr Mîrzoyan bal kişand ser pabendbûna aliyên Ermenî ya ji bo pêkanîna aştiyê li Başûrê Kafkasyayê û piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya di vî warî de bilind nirxand. Wezîrê karên derve yê Komara Ermenîstanê bal kişand ser vê yekê ku helwêsta ne avaker a Azerbaycanê rê li ber hewldanên aştîyê digire û îhtîmala alozbûnê zêde dike.
Alî bal kişandin ser cihê mîsyona çavdêriya YE li Ermenîstanê û mijarên têkildarî çalakiya wê nîqaş kirin.