EconomicsTop

Bi guherîna kanun re, wê ji turîstên ku bêne Komara Ermenîstanê, derfet bê dayîn, ku bê sînor drav bidin

Li gorî Parlamenterê Fraksiyona “Peymana svîl” Babken Tunyan, Cîgirê Serokê Lijneya Daîmî ya Karûbarên Aborî ya Meclisa Neteweyî, ji 1ê Tîrmeha 2022an vir ve, turîstên ku tên welatê me û ji welatê me derdikevin, carinan di dikanên bêdurf de zehmetiyan dikişînin, dema kirîna tiştên, ku ji 300,000 dramî zêdetir e.

Parlamenterê Meclisa Neteweyî bi guherîna zagona “Der barê Danûstandinên Bê Kaş” de pêşniyar dike, ku ev qanûn ji bo bazirganiya kelûpelên, ku di çarçoveya “Bazirganiya Bê Bacûr” de tê kirin neyê dirêjkirin u rê bide tûrîstên ku serdana Komara Ermenîstanê dikin, ku bêyî sînor drav bidin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ev proje xwedî girîngiyeke başbûnê ye.

Însiyatîfa qanûnê, di rûniştina asayî ya Komîteya Daîmî ya Pirsgirêkên Darayî, Kredî û Bûdceyê ya Meclîsa Neteweyî ya 28ê Çiriya Paşinê de hat pêşkêşkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button