
Di 30ê çirîa paşin de Wezîrê Parastinê Sûrên Papîkyan, Sererkanê Giştî yê Hêzên Çekdar Alîkarê Yekemîn ê Wezîrê Parastinê bi Orgeneral Êdward Asryan ra serdana yekîneya leşkerî kirîe.

Wezîr Papîkyan di gera xwe da xebatên înjînêrî yên li ser xeta pêşîn tên kirinê temaşe kirîe. Paşê Sûrên Papîkyan bi leşkerên tabûra perwerdeyê ya pêkhateya leşkerî ra hevdîtin kirîe.
Di axaftinê de Wezîrê Parastinê ji bo xizmeta leşkeran, rewşa wan a moral û derûnî, pêvajoya perwerdeyê eleqedar bû, der barê reformên di qada parastinê de hatine kirin û bernameyên nû yên tên meşandin de detayên berfireh pêşkêş kirîe.
