All NewsTop

Meclisa Netewî ya Komara Fransa bi yekdengî pêşnûmeya piştgiriya Ermenîstanê û sepandina cezayên li dijî Azerbeycanê qebûl kirîe

Di Meclisa Neteweyî ya Fransayê de 256 partiyan bi yekdengî biryara rawestandina êrîşa Azerbaycanê ya li dijî Ermenistanê û avakirina aştiyeke bi îstîkrar li Kafkasya Başûr qebûl kirine.

Biryarnameya Meclisa Neteweyî ya Fransayê

-Daxwazae hemû girtîên ermenî lez û bez bê şert û merc bêne berdanê û vegerin  welatê xwe;

-Pêşniyar dike ku hukûmetê li ser îhtîmala sepandina cezayên takekesî bifikire di dema berdewamiya êrişan û dagîrkirina axa Ermenistanê ya serdest ji hêla Azerbaycanê ve.

-Bang li hikûmetê dike ku ji bo çareserkirina pirsgirêka ewlekarî ya gelê Ermenî yên Qerebaxê, li gorî xalên biryara  Meclisa Neteweyî jimare 502 ya sala 2020’an (biryara navborî pêşniyar dike ku hikûmet Qerebaxê nas bike, xebatên navbeynkariyê bidomîne.

-Hikûmetê vedixwîne ku îhtîmala xurtkirina şiyanên parastinê yên Ermenîstanê binirxîne

-Bang li rêxistinên navneteweyî dike ku ji bo parastina mîrata çandî û olî ya Ermeniyan li herêmên Ermenîstan û Qerebaxa Çî yên di bin kontrola Azerbaycanê de hemû tedbîran bigirin.

Tezkere li ser navê piraniya Meclisa Neteweyî, fraksiyona desthilatdar a “Ronesans” hate pêşkêşkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button