14 hezar û 661 welatiyên Rûsyayê ji bo welatîbûna Ermenistanê serlêdana polîsên Ermenistanê kirin. Piraniya serlêdanan, ji sedî 97 Ermenî ne. Li ser daxwaza nivîskî ya “Hêtqê” ji aliyê dezgeha pêwendî û ragihandinê ya polîsan ve ev agahî hatin dayîn.
Li gorî daneyên saziya înfazê ji 1’ê kanûna paşin 2022’an heta 27’ê çirîa pêşin 2022’an 19 hezar û 630 serlêdan ji bo wergirtina hemwelatiya Ermenîstanê hatine kirin. Ji 19 hezar û 19 serlêdanan piraniya mutleq ermenî ne.
Erdnîgariya 19 hezar û 630 kesên ku îsal ji bo welatîbûna Ermenîstanê serlêdan kirine wiha ye: Welatiyên Rûsyayê: 14661 kes, welatiyên Gurcistanê: 1715 kes, welatiyên Lubnanê: 1045 kes, welatiyên Sûriyê: 528 kes, welatiyên Îranê: 456 kes, welatiyên Amerîkayê: 220, welatiyên Ukraynayê: 225 kes û welatiyên welatên din.
Par 8 hezar û 591, di sala 2020’an de jî 7 hezar û 869 serlêdan ji bo welatîbûna Ermenîstanê hatine kirinê.