
Di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de konseya koordînasyona biyoewlekariyê tê avakirin. Ew ê pirsgirêka laboratuarên biyolojîk ên li çend welatan nîqaş bike. Ev yek ji aliyê sekreterê giştî yê RPEK Stanîslav Zas ve hat ragihandin.
“Di 23’ê Çiriya Paşînê de di lûtkeya konseya ewlekariya kolektîf a RPEK de ku li Êrîvanê hat derbaskirin , biryar hat dayîn ku konseya koordînasyona biyoewlehiyê bê avakirin. Wê mijara biyolojî were nîqaş kirin, “Zas got.
“Nirxandina pisporî ya ewlekariya bîyo di nav RPEK de pêwîst e, ji ber ku welatên rêxistinê di wî warî de metirsiyê dibînin,” wî got.