PoliticsTop

Kongreya Enternasyonala Sosyalîst di derbarê Azerbaycanê de biryara şermezarkirinê qebûl kir

Di navbera 25 û 27ê Çiriya Paşînê de, civîn û kongreya Encumena Enternasyonala Sosyalîst li Madrîdê hat derbaskirin û ji 80 welatan nêzîkî 400 delege tê de beşdar bûn. Heyeta Daşnaktsutyun ku ji sala 1907-an û vir ve endamê Sosyalîst Enternasyonal e, ji cîgirê serokê “Socintern” Marîo Nalbandîan, endamê Buroya Daşnaktsutyun, Davît Îşxanyan, serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Artsax, Sarîne Abrahamyan, Cîgira Seroka Yekîtiya Navnetewî ya Ciwanên, Gevorg Ghukasyan, berpirsiyarê bernameyên taybet ên Buroya Navendî ya Dat a Ermînyan.

Rûniştina konseyê û kongreyê bûyerên siyasî yên girîng ên Enternasyonala Sosyalîst in. Di encama vê rûniştinê de Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sançez ji bo serokê rêxistinê, û Benedîkta Laçî jî, ku nûnera Kongreya Neteweya Demokratîk a Ganayê ye, weke sekreterê giştî hat hilbijartin. Marîo Nalbandîan dîsa wek cîgirê serokê rêxistinê hat hilbijartin.

Daşnaktsutyun pêştir di derbarê kêşeya Qerebaxê û şermezarkirina êrîşa Azerbaycanê ya li dijî Ermenîstanê de biryarek pêşkêş kiribû, ku di 27ê Çiriya Paşînê de ji aliyê Kongreyê ve hatibû qebûlkirin.

Enternasyonala Sosyalîst bi biryara “Derbarê nakokiyên li Qerebaxê û derdora wê” bang li Azerbaycanê dike ku leşkerên xwe ji axa Ermenîstanê vekişîne. Di biryarnameyê de her wiha beşdarbûna aliyên sêyemîn di şer de jî şermezar dike.

Enternasyonala Sosyalîst her wiha girtin û îşkencekirina girtiyên ermenî yên şer şermezar kir û daxwaza serbestberdana girtiyan kir.

Kongreyê herwiha çend biryarên din jî pejirand û hevxemiya xwe bi qurbaniyên şer û pevçûnan li deverên cuda yên cîhanê nîşan da.

Şanda Daşnaktsutyunê bi nûnerên çend partiyên ji welatên cuda re ji bo parastina berjewendiyên komarên Ermenîstan û Artsaxê û berfirehkirina çarçoveya têkiliyên derve yên Daşnaktsutyunê hevdîtin pêk anî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button