
Potansiyelek mezin heye ku têkiliyên aborî bi Hindistanê re pêşve bibin. Ermenistan dikare ji pêşketinên ku bi Hindistanê re hatine kirin sûd werbigire da ku asta ewlehî û pêşkeftina welêt zêde bike. Cîgrê wezîrê Karên Derve Mnatsakan Safaryan di konferansa navneteweyî ya Akademiya Zanistî ya Neteweyî ya 28ê Çiriya Paşîn de, bi munasebeta 30emîn salvegera damezrandina têkiliyên dîplomatîk yên di navbera Ermenîstan û Hindistanê de, ev tişt got.
Wî diyar kir ku di wê baweriyê de ne ku ev konferans wê di warê pratîkî de jî bibe alîkar ku peywendiyan pêşve bibin. Cîgirê zêde kir, ku ji destpêka pêkanîna peywendiyên dîplomatîk ve, di 30 salên borî de, pêwendiyên her du welatan bi berdewamî di hemû warên siyasî, aborî û mirovî de pêş ketine.
Wî bal kişand ser wê yekê ku Ermenistan û Hindistan bi awayekî çalak di pêkhateyên navneteweyî de jî hevkariyê dikin.
Li gorî wî, bi berçavgirtina guhertinên ku di aboriya cîhanê de hatine dîtin, pêwîst e berçavkirina îmkanên xurtkirina bazirganiya bi Başûr re were aktîvkirin û di vî warî de hêj gelek tişt hene ku bêne kirin.