PoliticsTop

Parastina dewletê ya serokkomar û serokwezîrê berê re heta hetayê nebe

Sekreterê Konseya Ewlekariyê Komara Ermenîstanê Armen Grigoryan da zanîn ku hikûmet bi niyaz e ku dezgeha ewlekariya dewletê ji Dezgeha Ewlekariya Neteweyî veqetîne, ku wê bibe dezgeha ser bi serokwezîr ve.

Li gorî wî: “Yek ji xalên girîng jî ew e ku berê heta hetayê xizmeta ewlekariya dewletê didan serokan, niha di qanûnê de guhertinek heye. Niha ew xizmet ji bo serokkomar re wê 7 salan piştî teqawidbûnê, serokwezîr re 10 sal bê dayîn. Ez difikirim ku ev reformek girîng e.”

Serokwezîr Nîkol Paşînyan jî anî ziman ku li gorî pêwîstiyan wê ev yek bê kirin. “Ger hewcedarî hebe, wê di pêşerojê de were dirêjkirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button