PoliticsTop

Li gor peyman û formata ku li Pragê hatiye kirin Ermenîstan ji hevdîtinê re amade ye: Bertekên Wezareta Karên Derve ya li hember daxuyaniya Alîyev

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê bersiva daxuyaniya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev da ku gotibû, civîna ku 7ê Kanûnê li Brukselê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re hatibû plankirin pêk nayê, ji ber ku alîyê Ermenîstanê bi şertê ku Serokomarê Fransayê jî beşdarî civînê bibe qebûl dike.

Vahan Hunanyan, sekreterê çapemenîyê yê Wezareta Derve ya Komara Ermenîstanê, derbarê daxuyaniya Serokomarê Azerbeycanê û herwiha pêşnîyarên ku ji alîyê Ermenîstanê ve di derbarê peymana aştiyê de pêşkêşî Azerbaycanê kirine, bersiv da pirsên “Armenpress”ê.

Pirs: Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev ragihand ku ji ber helwesta aliyên Ermenî ya di derbarê formatê de civîna ku 7ê Kanûna Pêşin li Brukselê wê bihata derbaskirin, wê pêk neyê. Hûn wê çawa şîrove bikin?

Bersiv: Em dixwazin bînin bîra we ku civîna berê ya li Pragê ku li ser berdewamkirina hevdîtinan lihevkirinek pêk hat, bi çarçoweya çaralî pêk hat û mentiqî ye ku formata civînê û pêkhateya beşdaran yek be. Hemû daxuyaniyên aliyê Azerbaycanê yên ku dibêjin aliyê Ermenîstanê hewl dide derbaskirina civînê û pêvajoya aştiyê asteng bike, ti têkiliya xwe bi rastiyê re nîne. Komara Ermenîstanê li gor peyman û formata ku li Pragê hatiye kirin ji bo civîna 7ê Kanûna Pêşin ama

Pirs: Di civîna ku di 7ê Çiriya Paşîn de li Washingtonê hat derbaskirin, Ermenîstanê pêşniyarên Ermenîstanê yên derbarê peymana aştiyê de ji Azerbaycanê re ragihand. Di vî warî de pêşketin hene?

Bersiv: Heta niha Azerbaycanê bersiv nedaye pêşniyarên me yên peymana aştiyê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button