PoliticsSocietyTop

Li ber dibistana Şurnuxê danîna sloganên panturkîst li dijî gelê sivîl tê nîşandan: Tatoyan

Rêveberê Navenda Hiqûq û Dadmendiyê ya Weqfa “Tatoyan” parêzvanê berê yê mafên mirovan Arman Tatoyan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsî.

“Li gundê Şurnuxê yê girêdayî navçeya Sûnikê ya Gorîsê, li ber dibistanê, cihekî çekdarî yê Azerbaycanê yê neqanûnî heye, ku bi herfên mezin “Önce vatan” hatiye nivîsandin.

“Önce vatan” yek ji dirûşmên bingehîn ên neteweperest ên tirkan e, ku di salên 1930-an de di serdema Ataturk de hat afirandin û tê wateya “pêşî welat”.

Ev slogan rasterast bi panturkîzmê ve girêdayî ye. Wekheviya nûnerên komên etnîk an neteweyên ne tirk ên ku li Tirkiyeyê dijîn bi tirkan re mimkûn nabîne.

Li vê mewziya Azerbaycanê ku zarokên dibistana Şurnux tê de ne, her tim efserên li ser peywirê hene, çekdar in û dişopînin dibistan û zarokan. Li vê çeperê çekdarî jî kamera hene, ku her weha tevgera mirovan dişopînin û bi awayekî neqanûnî daneyên kesane berhev dikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button