EconomicsTop

Ji bo welatiyan heta 10 salan bihayê ceyranê zêde nabe: hikûmet wê salane 34,79 milyon dolar bide Gazprom Ermenîstanê

Di rûniştina 24ê Çiriya Paşîn de, hikûmetê pêşnûmeya protokola guhertinên guncaw di peymana ku di sala 2013an de li ser kirîn û firotina “ArmRusgazprom” CJSC hatibû îmzekirin, pejirand. Li gorî projeyê, ji bo yekîneya elektrîkê ya 5emîn a Hrazdanê ya ku di destê wê de ye, wê her sal 34,79 milyon dolarê Amerîkî bide “Gazprom Ermenistan” ê: di rûniştina duh ya hikûmetê de biryara peywendîdar hat dayîn.

Di hinceta projeyê de hat gotin ku santrala termîk a Hrazdanê niha di bin zextê de kar dike û ji bo pêşî li hilberîna zêde ya elektrîkê bê girtin, carca neçar dimînin ku kar rawestînin.

“Pêkanîna şert û mercên, ku di protokolê de hatine diyarkirin wê bibe alîkar ku yekîneya 5emîn a elektrîkê ya Hrazdanê ji nû ve were destpêkirin, her wihawê derfetek were afirandin ku bihayê gaza ku ji Ermenîstanê re tê dayîn 10 salan aram bimîne.

Ji bilî vê, Protokol ji bo çareserkirina arîşeyên girêdayî vegerandina nêzîkî 30 milyon dolaran ji erkên “TECê ya Yêrêvanê” ji “Gazprom Ermenistan” CJSC re.

Di encama muzakereyên nêzî 2 salan de protokol hat amadekirin û bi aliyê Rûsyayê re hat îmzekirin. Ev Protokol wê bibe alîkar ku di warê enerjiyê de hevkariya di navbera her du welatan de kûrtir bibe, ji bo geşepêdana aborî şert û mercên guncaw biafirîne û asta ewlehiya enerjiyê ya Ermenîstanê jî zêde bike:” di hinceta projeyê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button