PoliticsTop

Serokê Meclisa Neteweyî guherandina deklerasyona RPEK û projeya alîkariya ji bo Ermenistanê mecbûrî dibîne

Serokê Meclisa Netewî Alen Sîmonyan, ev yeka pêkenok dibîne, ku Ermenîstan ji bo xwe ji tandema Tirkiye-Azerbaycanê biparêze, tevlî RPEK bû û dema ku dem hat ku avahî herî kêm nirxandineke siyasî bike, ev nirxandin têr nekir.

“Pêkenok e. Ji bo em xwe ji kê biparêzin, em tevlî RPEK bûne? Ji bo vê yekê du bersiv nînin, ji tandema Tirkiye-Azerbaycanê.Û herî kêm dema nirxandineke siyasî hat, ew nirxandina siyasî têrê nekir.Berteka li ser vê yekê ew bû, ku Ermenîstanê bi tenê red kir ku belgeyê îmze bike (Ermenîstan red kir, ku pêşnûmeya “Deklarasyona Konseya Ewlekariya Kolektîf û tedbîrên hevpar ên ji bo dayîna alîkariyê ji Komara Ermenistanê re” îmze bike), bi hêviya ku nirxandina siyasî wê hîn jî cîhek bibîne.” Li gorî “Armenpress”ê, Simonyan di brîfîngekê de bi rojnamevanan re got.

Serokê Meclisa Neteweyî bal kişand ser wê yekê ku divê ev belge ji nû ve bê sererastkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button