
Mijara peymana aşitiyê û her weha mijarên din ên girêdayî bi rêkxistina peywendiyên Ermenîstan û Azerbaycanê gelek tevlihev in. Ji ber wê jî Moskow guncav nabîne, ku heta lihevkirinên zelal li ser helwestên aliyan şîrove bike. Nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarova ragihand, ku di hevdîtinên bi aliyên Ermenî û Azerbaycanê re, mijara peymana aştiyê jî di nav de, tê nîqaşkirin.
Zaxarova amaje bi pirsa binpêkirina rijêma agirbestê û rêkeftinên sê alî ji aliyê Azerbaycanê ve jî kir, tekezî li ser giringiya cîbicîkirina hemû rêkeftinên di navbera aliyan de kir û herwiha dûrketina ji alozbûna rewşê kir.
“Bêguman em girîng dibînin ku xwe ji gotinên provokatîf ên, ku dibe sedema alozbûna rewşa herêmê dûr bixin. Rûsya hem li ser asta siyasî û hem jî lî cîda ji bo pêşîgirtina li bûyerên çekdarî bi her du aliyan re peywendiyên kafkasyayê xebatên xwe bidomînin:” dîplomat destnîşan kir.