All NewsTop

Pûtîn bal kişand ser peymana aştiyê ya di navbera Êrîvan û Bakûyê da

Di lûtkeya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a li Êrîvanê de Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bal kişand ser pêwîstiya çareseriyeke berfireh a pirsgirêka Qerebaxê. “Armenpress” li ser vê yekê ji  “Rîa Novostî” pê hesîaye.

“Ez bi hevkarên xwe yên ku berê li ser vê pirsê û hewlên ji bo bidestveanîna çareseriyeke berfireh a kêşeya Ermenî-Azerbaycanê axivîn, qaîlbûna xa didim. Bê guman, ev pirsên hişk in ku bala me hewce dike”-Pûtîn gotîe. Li gorî Vladîmîr Pûtîn, peymanên ku di dawiya meha çirîa pêşin de li Soçiyê di navbera serokên Ermenîstan, Azerbaycan û Rûsyayê de hatin kirin, “bingeheke baş ji bo lihevkirinên pêşerojê li ser pirsên bingehîn ava kirîe.”

“Tenê bi bi domdarî cîbicîkirina van peymanên (berê hatine bidestxistin) yên li ser xêzkirina sînor, rakirina rêgezên ragihandinê û pirsên mirovahî, em dikarin bigihîjin çareseriyek bi îstîqrar a têkiliyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de. Em hêvî dikin ku ev yek di dawiyê de bibe sedema peymana aştiyê di navbera Êrîvan û Bakûyê de.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button