All NewsTop

Neteweyên Yekbûyî spasiya Ermenîstanê kir ji bo tevkariya wê ya ji bo parastina aştiyê

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Operasyonên Aştiyê Jan-Pîêr Lacroix spasiya xwe ji bo piştgiriya bibiryar a Ermenistanê ji operasyonên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî û xizmet û fedakariya personelên leşkerî û polîsî yên ku di bin ala Neteweyên Yekbûyî de cih digirin diyar kir.

Weke ku “Armenpress” ji peyama Wezareta Ragihandina Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî zanî, Ermenistan di warê peydakirina hejmara herî zêde ya personelên leşkerî ji bo operasyonên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî, niha di nav 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî de di rêza 79’an de ye. 32 aştîparêz hene, di nav wan de sê jin, ku bi Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) re xizmet dikin.

Yekemîn aştîparêza Ermenî di sibata 2012an de wek beşek ji Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) li Lubnanê hat bicihkirin. Ji çirîa paşin 2014’an û vir ve, gava yekem kontingjena leşkerî ji Ermenîstanê gihîşt Lubnanê, ku ji 33 leşkeran pêk dihat, Ermenistan bi berdewamî beşdarî mîsyonê ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button