All NewsTop

Wezîrê Îdareya Herêmî û Binesaziya Ermenîstanê û Balyozê Awarte û Temsîlkar ê Federasyona Rûsyayê yê Ermenîstanê Sergey Kopirkin rewşa nuqteya kontrolê ya Larsê nirxandine

Wezîrê Îdareya Herêmî û Binesaziyê yê Ermenîstanê Gnêl Sanosyan, heyeta bi serokatiya Balyozê Awarte û Temsîlkar ê Federasyona Rûsyayê yê Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn kirîe. Wezîr pêşwaziya balyoz kir û hevkariya bi bandor a bi Federasyona Rûsyayê re di warên cuda de bilind nirxandîe.

Di hevdîtinê de mijarên girêdayî pêşxistina binesazî, enerjî, veguheztin, maden û her wiha hevkariya navçeyî hatin gotûbêjkirin. Bi taybetî çend mijarên girêdayî hevkariya di warê enerjiya etomî de hatin gotûbêjkirinê.

Rewşa xala kontrolê ya Larsê hat gotûbêjkirin. Wezîr ji balyoz xwest ku di vê mijarê de piştgirî bide, ku pirsgirêk di navendê de bimîne, ji ber ku di demek nêz de ji ber guherîna hewayê dê giraniya pirsgirêkê hîn zêdetir bibe. Li ser mijarên din ên balkêş ên dualî hatin axaftin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button