All NewsTop

Wezareta Rewşên Awarte ya Ermenîstanê û Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li ser mijara çêkirina stargehan li wargehên sînorî yên Komara Ermenîstanê gotûbêj kirine

Alîkarê Wezîrê Rewşên Lezgîn ê Ermenîstanê Davît Hambaryan bi Nûnerê Nûnertiya Ermenîstanê yê Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, Serokê Operasyonê Almaz Bûrkûtov ra hevdîtin kirîe.

Bûrkûtov bal kişand ser gurbûna rewşa sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê di 13-14ê Îlonê de, Bûrkûtov destnîşan kir ku rêgeza sereke ya mîsyona rêxistinê nirxandina rewş û hewcedariyên xelkê bû, piştî wê rêxistinê alîkariyên xwarin û nexwarinê pêşkêş kirin.  Aliyê din jî parastina mafên penaberan e. Û arasteya din jî avakirina stargeh û kampan e.

Hambaryan bal kişand ser çêkirina penagehan ji rêyên hevkariyê yên paşerojê, Hambaryan destnîşan kir ku projeyên 2 penagehên li navçeyên sînorî bi însiyatîfa ofîsa Xaça Sor a Ermenîstanê û di encama hevkariyeke aktîf û UNICEFê de li wezaretê tên standardîzekirin. amadebûna xwe ji bo biçekkirina wan nîşan daye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button