All NewsTop

Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf wê li Êrîvanê tedbîrên hevpar ên ji bo dayîna alîkariyê ji Ermenîstanê re nîqaş bike

Di 23’ê çirîa paşin da wê li Êrîvanê di bin serokatiya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan de rûniştina konseya ewlekariya kolektîf a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bê lidarxistin. Li ser pirsên asayîşa navneteweyî û herêmî yên heyî û encamên sereke yên xebatên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf di warê navparlemanî de dê bên gotûbêjkirinê.

Yek ji pirsên herî girîng jî dê başkirina sîstema bersivdayîna krîzê ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf û gotûbêjkirina tedbîrên hevpar ên ji bo alîkariya Ermenistanê be.

Tê plankirin ku deklerasyona konseya ewlekariya kolektîf were qebûlkirinê. Ji ber rotasyonê, dê pirsa Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv biaxivin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button