All NewsTop

Pûtîn wê li Êrîvanê beşdarî Civîna Bilind a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bibe

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn plan dike ku hazir be Civîna Bilind ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a ku li Ermenîstanê wê bê derbazkirinê. Berdevkê çapemeniyê yê Serokê Rûsyayê Dmîtrî Pêskov der barê xebatên Serokê Rûsyayê da agahî daye.

Di 23’ê çirîa paşin de li Êrîvanê civîna Konseya Ewlekariya Kolektîf a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf wê pêk were. Di çalakiyê de Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokkomarê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko, Serokkomarê Kazakîstanê Kasîm-Jomart Tokayêv, Serokkomarê Qirgizîstanê Sadîr Japarov û Serokkomarê Tacîkîstanê Emomalî Rahmon wê tevlî çalakiyê bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button