All NewsTop

Nîkol Paşînyan û Şarl Mîşêl li Tûnisê bajarê Djerbaê civîyane, di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftinên ku di daxuyaniya Pragê de hatine kirin, kirine

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di çarçoveya Lûtkeya Bilind a 18emîn a Rêxistina Navneteweyî ya Frankofoniyê ya ku li Djerbaya bajarê Tûnisê tê lidarxistin da bi Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl ra hatine bal hev.

Li gor ku ji Armenpressê li Beşa Ragihandin û Têkiliyên Giştî ya Ofîsa Serokwezaretiya Ermenistanê hat ragihandin, di hevdîtinê de li ser encamên civîna çaralî ya serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Konseya Ewropayê û Serokên Fransa û Azerbaycanê di meha çirîa pêşin  de li Pragê civiyan. Li ser girîngiya cîbicîkirina peymanên ku di çarçoveya Daxuyaniya Pragê de hatine kirin û her wiha ji bo xurtkirina aştî û îstiqrara herêmê gav bên avêtin, hatîe destnîşankirinê.

Serokwezîr bal kişand ser pêwîstiya rakirina encamên êrişa Azerbaycanê, vekişîna bilez a yekîneyên Azerbaycanê ji axa serweriya Komara Ermenistanê.

Nîkol Paşînyan û Şarl Mîşêl her wiha li ser pêşxistina hevkariyên zêdetir di navbera Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê de nêrînên xwe dane hev.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button