All NewsTop

Li Tûn isê Serokwezîrê Ermenîstanê û Serokkomarê Fransayê hev dîtine: wana tekezî li ser cîbicîkirina gavên ji bo bihêzkirina ewlehiyê li Kafkasya Başûr kirîe

Serokwezîr Nikol Pashinyan, di çarçoveya 18emîn Lûtkeya Rêkxistina Navdewletî ya Frankofoniyê ya ku li Tûnisê hatîe lidarxistin, bi Serokomarê Fransayê Êmmanûêl Makron ra hevdîtinek pêk anîe.

Herdû alî serokatiya Ermenistanê ya di Rêxistina Navneteweyî ya Frankofoniê de bilind nirxand û li ser gotûbêjên di çarçoveya lûtkeya ku li Tûnisê hat lidarxistin de nirxandin kirin. Di civînê da pirsên têkildarî xebatên rêxistinê û bernameyên pêşerojê hatine qivşkirinê.

Nîkol Paşînyan û Emmanuel Macron her wiha li ser encamên civîna çaralî ya serokên Ermenîstan, Fransa, Azêrbaycanê û Serokê Konseya Ewropayê ku di meha çirîa pêşin da li Pragêda bibû, nêrînên xwe anîn ziman. Li ser girîngiya avêtina gavên ji bo xurtkirina îstîqrar û ewlehiya li Başûrê Kafkasyayê hat destnîşankirinê.

Serokwezîr Paşînyan bal kişand ser wê yekê ku divê encamên êrişa Azerbaycanê ji holê bên rakirin û yekîneyên Azerbaycanê demildest ji axa Ermenistanê bên derxistin.

Serkirdeyên Ermenîstan û Fransayê her wiha li ser pêşdebirina zêdetir a hevkariyên dualî yên Ermenistan û Fransayê jî gotûbêj kirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button