All NewsTop

Ermenîstan naskirina fermana Êzidiyan ji aliyê Parlamêntoya Lûksêmbûrgê va bilind dinirxîne

Balyozê Ermenîstanê yê li Hollandayê Tîgran Balayan di 18’ê çirîa paşin da bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamenta Lûksêmbûrgê Îv Krûxtênî, Serokê Heyeta Lûksêmbûrgê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Gûsti Grasî, endamê Partiya Keskan, parlamenter Şarl Margî, û berdevkê karûbarên derve yê Partiya Sosyalîst a Xiristiyan, parlamenter Loran Mozarî ra hevdîtin pêk anîe.

Balyozê spasiya xwe ji bo qebûlkirina biryara bi yekdengî ya naskirina feemana Êzdiyan ji aliyê Parlamentoya Lûksêmbûrgê ve anî ziman û  spasnameya Seroka Koma Dostaniya Ermenîstan-Lûksemburgê Sona Xazaryan û Parlamenterê êzdî Rostem Bakoyan li Parlamentoya Ermenîstanê pêşkêşî parlementerên Lûksêmbûrgê kir.

Tîgran Balayan ji parlamenterên Luksembûrgê re da zanîn ku di sala 2018’an de parlamentoya Ermenîstanê yekemîn bû ku fermana Êzidiyan nas kir û di vê mijarê de di qada navneteweyî de roleke pêşeng girtîe.

Balyozê her wiha spasiya wan parlamenteran kir li ser daxuyaniyên wan ên piştgirîkirina bê şert û merc ji Ermenîstanê re, şermezarkirina kiryarên êrişker ên Azerbaycanê û bang li êrişkar di axaftinên xwe yên li gotûbêja li ser mijarên siyaseta derve ya ku çend roj berê li meclîsê hatîe kirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button