All NewsTop

Ermenîstanê pêşniyarên peymana aştiyê pêşkêşî aliyê Azerbaycanê kirîe: Paşînyan

Serokwezîr Nîkol Paşînyan geşedanên dawî yên muzakereyên peymana aştiyê nirxand. Li gorî nûçeya Armenpressê, di saeta parlementoyê ya li Meclisa Neteweyî de, Serokwezîr Paşînyan got ku li Waşîngtonê Ermenîstanê pêşniyarên xwe yên li ser peymana aştiyê pêşkêşî Azerbaycanê kirine.

“Komara Ermenîstanê li Waşîngtonê pêşniyarên me yên li ser peymana aştiyê ji aliyê Azerbaycanê re ragihand. Em li benda berteka Azerbaycanê ne. Lê belê ji aliyê reaksiyonê ve jî em hin meylên rageşiyê dibînin û ev alozî jî bi bûyer û rewşên taybet ve girêdayî ye.”

Serokwezîr destnîşan kir ku helwesta Komara Ermenîstanê zelal e: Divê leşkerên Azerbaycanê ji herêmên dagirbûyî yên Ermenîstanê vekişin cihên ku beriya 11ê Gulana 2021an hebûn. “Bi rastî jî civaka navneteweyî piştgiriya vê helwesta me dike. Em hêvî dikin ku Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf jî piştgiriyê bide helwesta me.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button