All NewsTop

Ermenistan naxwaze di navbera Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf û Azerbaycanê de şer derbikeve, Erîvan hewcedarê helwestek zelal e Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf

Ermenistan naxwaze di navbera Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf û Azerbaycanê de şer derbikeve, lê hêvî dike ku ev sazî pozîsyona xwe biparêze û destnîşan bike ku divê leşkerên Azerbaycanê ji axa Ermenîstanê ya serwer derkevin. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di saeta parlementoyê ya li Meclisa Neteweyî de ev tişt gotîe.

Serokwezîr bi bîr xist ku helwesta Ermenîstanê zelal e: Divê leşkerên Azerbaycanê ji herêmên dagirkirî yên Ermenîstanê bên vekişandin, vegerin cihên xwe yên ku beriya 11ê Gulana 2021an hebûn. Û bi rastî jî civaka navneteweyî piştgiriya vê helwesta Ermenistanê dike.

“Em hêvîdar in ku Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf jî piştgiriyê bide helwesta me. Bê guman, rewş ecêb e, ji ber ku diviya berevajî bûya: Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf diviyabû bi eşkere piştgirî bikira û diviyabû me bi hevkarên din re ji bo avakirina helwestekê bixebitiya, lê niha berevajiyê vê yekê me heye. Û ez hêvî dikim ku em ê vê lihevhatinê di civîna bilind a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de ku dê di 23 çirîa paşin de li Yêrêvanê bê lidarxistin, rast bikin. Ev biryar û helwesta Ermenîstanê ya prensîb e. Ez dixwazim eşkere bikim: Em naxwazin di navbera Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf û Azerbeycanê de şer derxin. Na, em dibêjin helwesta siyasî, nêrîna Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf li ser vê rewşê çi ye? Paşînyan gotîe.

Ji bo Ermenîstanê pir girîng e ku Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf di vê rewşê de çi helwesta siyasî digire. Li gor Paşînyan, helwesta welatiyên Ermenistanê li hember Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf û paşeroja peywendiyên Ermenistanê û Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bi vê helwestê ve girêdayî ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button