All NewsTop

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê beşdarî Konferansa Aştiyê ya Parîsê ya 5emîn bûye

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ku bi serdaneke xebatê li Fransayê ye, beşdarî pêncemîn Konferansa Aştiyê ya Parîsê bûye.

Ev ji Armenpressê re li Wezareta Agahdarî û Dîplomasiya Giştî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenistanê hate ragihandinê.

Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ku ji bo serdaneke xebatê li Fransayê ye, di 11’ê çirîa paşin da bi Wezîra Derve ya Fransayê Katrîn Kolonna ra hevdîtinek pêk anîe.

Ararat Mîrzoyan procêsê dawî yên têkildarî pêşxistina peymana aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, pazîsîona aliyên Ermenî ya di derbarê safîbûna pirsa Qerebaxê de, dêmîlatsîona sînorê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û rakirina blokan ji rê û gûmrîkê hevdîtinê ra eşkere kirîe.

Wezîrê karên derve yê Komara Ermenistanê bal kişand ser vê yekê ku nêzîkatiyên fanatîk û gotinên şerxwaz ên Azerbaycanê hewlên ji bo pêkanîna ewlehî û îstiqrarê nahêla aşti pêk werê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button