All NewsTop

Ermenistan wê çi pêşniyara nû pêşkêşî Azerbaycanê bike? Paşînyan agahî daye

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan eşkere kir ku dema ew behsa amadebûna ji bo pêşkêşkirina pêşnûmeya nû ya ji bo organîzekirina peywendiyên veguhestinê bo Azerbaycanê dike, ew çi ye. li ser vê yekê hevpeyvînekê da ligel Televîzyona Giştî ya Ermenîstanê, Paşînyan amaje bi wê yekê kir, ku eger em bi rojêva pêkanîna aştiyê li herêmê bimeşin, wê demê hizra ku Azerî bi Ermeniyan re danûstandinê nekin û berovajî vê yekê ne rast e.

Zû yan dereng, hemwelatîên ermenî û azêrî gere hevra têkiliyên hebe.

Li gorî Paşînyan, nakokiyên li ser vê mijarê ji ber wê yekê dest pê kir ku dema ku Azerbaycanê li ser mijara vekirina rêyan gotûbêj dikir, got ku ew difikire ku tirsa welatiyên wê dema ku di rêyên Ermenistanê re derbas dibin hebin ji ber ku têkiliyên kesane bi sînor û gumrikê ra efserên Ermenistanê hebin.

Di Kanûna pêşin 2021ê de, aliyê ermenî pêşniyar kir ku nûnerên welatê sêyemîn wekî operator beşdarî organîzekirina prosedurên gumrikê bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button