All NewsTop

Ermenistan her tiştî wê bike ku heta dawiya salê bi Azerbeycanê ra peymana aştiyê îmze bike. Paşînyan

Ermenistan her tiştî wê bike ku heta dawiya salê bi Azerbeycanê ra peymana aştiyê îmze bike. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna xwe ya bi Televîzyona Giştî re ev tişt gotîe.

Ji bo peymana aştiyê çend vebijark hene. Wek mînak bijardeya îmzekirina peymaneke çarçove heye, ku çarçoveya giştî ya pêwendiyê diyar dike, lê hemû mijarên muhtemel nagire ser xwe. Eger qebûl bike ku Azerbaycan li ser vê vebijêrkê bi pêş ve here, wê demê ev yek mimkun e û em dikarin bikin. Ji bo vê yekê em ê her tiştî bikin.” – Paşînyan gotîe.

 Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku berî ku peymana aştiyê bikeve meriyetê divê proseya veqetandina sînoranê gere dawî bibe.

Li gorî Paşînyan, pêwîst e ji ber ku ji aliyekî ve tê ragihandin ku em bi hev re yekparçeyiya axa xwe nas dikin, li aliyê din jî Azerbaycan radigihîne ku ji Ermenîstanê herêmên dagir nekiriye û sînorê wan li ku derê ye.

“Dibe ku em peymana aştiyê îmze bikin û Azerbaycan li hember Ermenîstanê daxwazên xwe yên axê bidomîne. Ji ber vê yekê em dibêjin bila sînor bên zelalkirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button