All NewsTop

Çavdêrên Yekitiya Ewropayê li Gêxarkûnîkê protokolnivîsî wekî Azerbaycanê axa Ermenîstanê  dagirkirîe

Çavdêrên Yekitiya Ewropayê yên li herêma Gêxarkûnîkê beriya niha piştrast kiribûn û tomar kiribûn ku Azerbeycanê li dijî sînorên Ermenîstanê êrîş pêk aniye û herêmên dagirkirî hene. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Waliyê herêma Gêxarkûnîkê Karên Sarkîsyan li Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê di brîfîngekê de bi rojnamevanan re gotîe.

“Binpêkirin berê hatine tomarkirin, lê diyar e di rojên dawî de ew kêm bûne. Di her rewşê de çavdêr çalakiyên xwe yên dewriyeyê pêk tînin, ev jî bandor li ser wê yekê kir ku dijmin bûyerên topbaranê kêm bike.”

Li gorî Sarkîsyan, navenda çavdêrên Yekîtiya Ewropayê li Gexurkaniyê ye, lê li 11 cihan kar dikin. Wî negot ku tam li ku derê, xizmeta çavdêriyê tê kirin.

“Her roj çavdêriya sînor dikin, her roj tiştekî nû dibînin. Rêveberiya walîtiyê hemû agahiyên berdest dane wan û wan jî destnîşan kir ku ew ê di çarçoveya raporê de pêşkêş bikin. Jixwe hin çavdêran piştrast kirine û tomar kirine ku ji aliyê Azerbaycanê ve êrîş li ser sînorên Ermenîstanê hatiye kirin û herêmên dagirkirî hene.” Walî got: “Di mijara nexşe û cihê niha yên leşkerên Azerbaycanê de, ew piştrast in ku li ser xaka Ermenîstanê cihên dagîrkirî hene û ev jî encama êrişa Azerbaycanê ye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button