All NewsTop

Mîrzoyan di hevdîtina bi Serokê Mîsyona Kapasîteya Çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê re, girîngiyeke mezin dide şandina mîsyona sivîl a li Ermenîstanê

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan roja 4’ê çirîa pêşin  pêşwaziya Serokê Şaneya Çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê Marêk  Şçîrgêlî û endamên heyeta di bin serokatiya wî da kirîe.

Di hevdîtinê de Wezîrê Mîrzoyan rewşa ewlekariya herêmê piştî êrîşa Azerbaycanê ya ku di 13-14ê Îlonê de li dijî yekparçeyiya xak û serweriya Ermenistanê pêk hat, li ser çareserkirina peywendiyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, herwiha helwestên Ermenistanê pêşkêş kir, li ser pirsa Qerebaxê yê.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê bal kişand ser girîngiya şandina nûneratiya sivîl a YE`yê li Ermenistanê û da zanîn ku ev yek dê bibe alîkar ku li herêmê aramî û aşitiyê pêk were.

Marêk  Şçîrgêlî ji ber alîkariya ku ji Mîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropayê re hatiye kirin re spasiyên xwe pêşkêşî aliyên Ermenî kir û çarçoveya çalakî û xebatên xwe yên pêşerojê yên li Ermenîstanê pêşkêş kir.

Her wiha aliyan li ser mijarên zêdetir hevkariyê gotûbêj kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button