
Di 4’ê çirîa paşin de, li herêma li kêleka rêya sereke ya li derdora Dêra Hovhannês a bajarê Artaşatê, ji bo bîranîna şervanên Êzdî yên di Şerê Qehremaniyê ya 2016’an de di Şerê Çarrojî yê 2016’an û Şerên 44-Roj ên 2020 da şehîd bûne, kevirê bîranînê hate danînê.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, di vekirina kevirê bîranînê de berpirsê civata fireh a Artaşatê ya Herêma Araratê ya Ermenîstanê Karlên Mkrtçyan, Serokê Yekîtiya Neteweyî ya Êzdiyan Xdir Hajoyan amade bûne, şervanên azadiyê yên Êzdî û yên din.
Bi pereyên karsazê êzdî Sûrên ê Mayîs Amoyan ê ku li Belarûsê dijî, abîdeyek hate danîn û herêm hate sererastkirin.
Kesên amade bûn ji bo bîranîna cangoriyên nemir gul danîn ser kevirê bîranînê.