
FVO wê k’omekê bide berne’ma h’ökömeta Ermenîstanêye malhebûnîyê, wekî welat bikarve zêdebûna r’ik’inkirina, ser deranînê h’îmbûîye malhebûnîyê têbinivîse- pêr’a jî bi xweykirina meh’kemîya makromalhebûnîyê, xercbyûcêtîyê û fînansîyê.
FVO e’lametî belakirîye- bi k’ivþkirina, wekî derheqa morkirina hevrxaqayîlne’ma 3 saleda t’ev Ermenîstanê p’evk’etin p’eydakirîye, k’îjan hila hê t’esmîlî erêkirina þêwra FVO-êye îcrakirinêye: ç’e’vnihêr’îne, wekî pirsê meha sala 2022-aye k’anûna pêþin bê e’ne’nekirinê.
K’ivþdive, wekî bi hîvîkirina derge-dîwanê Ermenîstanê k’oma xevatçîyê FVO ij 26-ê meha îsaline îlonê h’etanî 6-ê meha sala 2022-aye çirîya pêþin R’ewanêda bûye- berne’ma sêsaleye malhebûnîyê lêk’olînke. Pey r’asthatin û e’ne’nekirinê Ermenîstanêda bûyîr’a Îva Pêtrova serk’ara þanda FVO e’lamkirîye, wekî Ermenîstan û FVO dora hevr’aqayîlne’mê hevr’a qayîlbûne , k’îjan têr’a divîne 165,6 mln dolara bidne Ermenîstanê- seva k’omekê bidine berne’ma malhebûnîyê ya ewlekirina meh’kemîya makromalhebûnîyê, fîskal û fînansîêva hinartî.
FVO sala 2022-a seva Ermenîstanê 11% zêdebûna malhebûnîyê têderxistîye- k’îsî k’ara dereke, kapîtalê û derdahatina qewata xevatê. Isa jî k’ivþdive, wekî bihabûna dram gîhandîye kêmbûna deynê welêtî dîwanî, k’îjanê bi encamê îsalin bike 51%-ê DHH’ wê delîvêda, çaxê sala 2021-ê deynê dîwanî 60,3%-ê DHH’ bû.
Isa jî hîvîdarin, wekî sala 2023-a zêdebûna malhebûnîyê wê hêdîve û bi h’esavê we’dê ort’e navbera 4-5%-ada wê bimîne.