All NewsTop

Di sala 2023an de Wezareta Karên Navxweyî û Dezgeha Xizmeta Îstixbarata Derva bên avakirin. Nîkol Paşînyan

Di sala 2023 de, li Ermenîstanê du guhertinên girîng têne hêvî kirin. Wezareta Karên Hundir û Îstixbarata Derve dê bên avakirin. Li gor nûçeya “Armenpress”ê, serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna hevbeş a komîteyên daîmî ya Meclîsa Neteweyî de, di dema gotûbêjkirina pêşnûmeya qanûna bûdceya dewletê ya sala 2023`an de, ev tişt gotie.

“Herdu paketên qanûnî dê di demek nêzîk de ji hêla hikûmetê ve bêne pejirandin û ji Meclîsa Neteweyî re werin şandin. Ez avakirina îstîxbarata derve pir girîng dibînim. Lê belê ez dixwazim bibêjim ku di encama gelek nîqaşan de em gihiştin wê encamê ku divê xebatên Dezgeha Îstîxbarata Derve ne di mantiqê xebatên saziyên rêveberiya giştî de bin, eger nebe wê wateya xwe winda bike.” Serokwezîr diyar kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button