All NewsTop

Projeya Washington û Rojava ya aştiyê tune ye, tenê projeya peymana aştiyê ya Azerbeycanê heye

Balyozê Karên Taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marûkyan ê li ser Peymana Aşitiyê li ser weşana Televîzyona Giştî axivî û diyar kir ku ne projeya Washîngtonê û ne jî projeyek Rojavayî heye.

“Ne projeya Washingtonê, ne jî projeyek rojavayî heye. Ez vê bi fermî dibêjim. Pêşnûmeya peymana aştiyê ya Azerbaycanê heye, ku derbasî aliyê Ermenîstanê bûye, ku di vê heyamê de aliyê ermenî li ser kar kiriye, xebat bi dawî bûne û dê di civîna bê de li ser wê gotûbêj bê kirin. Aliyê ermenî dê nêzîkatiyên xwe pêşkêş bike û dê gotûbêj çêbibin.

Derbarê projeya Rûsyayê de, îro serokwezîr tomar kir ku ev pêşniyar di meha Îlonê de pêşkêşî aliyê Ermenî hatiye kirin û aliyê Ermenî helwesta xwe ya erênî li hember vê yekê piştrast kir. Aliyê Rûsî dizane ku ev yek ji bo aliyê Ermenîstanê tê qebûlkirin û ji bo aliyê Azerbaycanê nayê qebûlkirin, lewma aliyê Ermenî hêviya xwe nîşan dide ku aliyê Rûs li ser pêşniyara xwe ya li Soçiyê israr bike û Azerbaycanê razîbûna xa bide.”

Li gorî Marûkyan, Ermenîstan dikare danûstandinan bike, biaxive, nêzîkatiyên xwe pêşkêş bike û dike jî, lê ev pêşniyar ji aliyê Rûsyayê ve hat pêşkêşkirin, aliyê Ermenî jî bersiva erênî da.

Êdmon Marûkyan di derbarê plana Xovayêv de jî diyar kir ku di êrîşa 13ê Îlonê ya Azerbeycanê de nûnerê taybet ê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ji bo piştgiriya têkiliyên Ermenistan û Azerbaycanê Îgor Xovayêv li Ermenîstanê bû û bi çi awayî hesiya. diqewime, lê heta îro helwêsta wan ya aliyê rûsî nîne ku êrîş li Ermenîstanê hatiye kirin, herêmên Ermenîstanê hatine dagîrkirin.

Wî her wiha got, Rûsya pêşniyar dike ku mijara çareseriya dawî ya pirsgirêka Qerebaxê were paşxistin, pêşniyarên Rojava jî wiha ne ku di navbera nûnerên Qerebax û Azerbaycanê de mekanîzmayek bê çêkirin û danûstandin û gotûbêjên li ser mafan. Divê azadî û ewlekariya gelên li Qerebaxê dijîn di bin çavdêriya civaka navneteweyî de pêk were.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button