All NewsTop

Nûjenkirina xala kontrolê ya “Lars Jorîn” a li Osetyaya Bakur wê di sala 2023’an da xilaz be

Rayedarên Osetyaya Bakur plan dikin ku nûjenkirina xala kontrolê ya “Lars Jorîn” li ser sînorê Rûsya û Gurcistanê di sala 2023an de temam bikin, hejmara rêyên trafîkê dê bibe 39, servîsa çapemeniyê ya serokê herêmê ragihand.

“Xebata nûjenkirina yek ji deriyên sînor ên herî qelebalix ê welêt didome. Avakirin di du qonaxan de tê kirin. Li gorî projeyê, tê plankirin ku hejmara rêyan bibe 39, her wiha avakirina cihên din ên parkkirinê ji bo otomobîlan, veqetandina herikîna wesayîtên bar û rêwiyan, avakirina avahiya kontrola gumrikê ya sînor, nûjenkirina xizmeta kaniyê”- peyamê da tê gotinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button